Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Hejmara Pêketinên Nû yên Vîrusa Korona Jinûve Rekor Şikand


Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ragihand ku di 24 saetên dawî de hejmara herî bilind ya pêketinên vîrusa korona ya rojane hatiye tomar kirin.

Li gor rapora dawî ya WHO, li seranserê cîhanê di rojekê de 307,930 pêketinên nû yên vîrusa korona hatin tespît kirin.

WHO dîyar dike ku zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona herî zêde li Hîndistan, Amerîka û Brezîlya hatiye dîtin.

Rekora ser hejmara pêketinên nû yên vîrusa korona ya rojane di 6’ê Îlonê de bi nêzî 307 pêketinan hatibû qeyd kirin.

Agahîyên dawî yên WHO raber dikin ku heta niha pirtir ji 29 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û pirtir ji 927 hezar kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG