Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Rojhilata Navîn di Qonaxeke Krîtîk de Ye


Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ragihand ku Rojhilata Navîn jiber sistkirina tedbîrên dijî vîrusa korona û zêdebûna pêketîyan ketiye ‘’qonaxeke krîtîk’’

WHO roja Yekşemê dabû zanîn ku li 22 welatên li rojhilatê Derya Sipî pirtir ji 1 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine.

Li gor agahîyên WHO 80 ji sedê mirinên ji vîrusa korona yên li herêmê li Misir, Îran, Îraq, Pakistan û Erebistana Saudî çêbûn.

Berpirsê Rojhilata Navîn yê WHO Ahmed El Mandharî dîyar kir ku rewişa herêmê fikaran çêdike.

‘’Em li herêma me ketine qonaxeke kirîtîk. Tenê pêketîyên di meha Hezîranê de, ji ya çar mehên borî zêdetir e ku pêketîyê pêşî di 29’ê Çileyê de hatibû tespît kirin.’’ Mandharî got.

Mandharî da zanîn ku xêncî sistkirina tedbîran, zêdebûna testên vîrusa korona jî bandor li bilindbûna hejmara pêketîyan kiriye.

XS
SM
MD
LG