Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO Hişyarî Dide ku Dîtina Vaksîna Korona Wê Demeke Dirêj Bigire


FILE - A nurse prepares a shot as the world's biggest study of a possible COVID-19 vaccine, developed by the National Institutes of Health and Moderna Inc., gets under way in Binghamton, N.Y., July 27, 2020.

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ragihand ku ew heta nîvê sala pêş ne li benda dîtina vaksîna (perpûn) vîrusa korona ye.

Berdevika WHO Margaret Harris bi preskonferansekê dîyar kir ku 6-9 xebatên ku di vaksîna vîrusa korona de pêşdeçûn hene. Wê da zanîn ku ew ketina qonaxa sêyê ya ceribandinan.

Margaret Harris
Margaret Harris

‘’Qonaxa sêyan ya ceribandinan divê dirêj bidome. Çimkî em dixwazin bibînin ku vaksîn (derzi) çiqas ewle ye û berevanîyê dike.’’ Harris got.

Wê da zanîn ku divê her qonaxeke ceribandina perpûnan li gor prosedurên ewlekarîyê bin û got ku ew qonax dikin ku peyvajoya dîtina vaksnîa korona dirêjtir be.

Berdevika WHO dîyar kir ku ew xebatan didomînin ku gava perpûna vîrusa korona were dîtin ew wê li hemî derên cîhanê belav bikin.

Hêjayî bîrxistinê ye, Serokê Amerîka Donald Trump gotibû ku WHO di bin bandora Çînê de ye û welatê xwe ji wê rêxistinê vekişandibû.

Wezareta Derve ya Amerîka do Pêncşemê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihandibû ku biryara vekişîna ji WHO wê di 6’ê Tîrmeha 2021’an têkeve fermêyetê.

Li gor daxuyanîya wezaretê, alîkarîyên bo WHO dê ji 6’ê Tîrmeha 2021’an pê ve bo bernameyên din yên Neteweyên Yekbûyî (NY) werin xerc kirin.

XS
SM
MD
LG