Serokê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) îro Duşemê ragihand ku "ne rast e" ku kesên ciwantir û saxlemtir yên li welatên dewlemend berîya mirovên pîr yên li welatên xizan dijî COVID – 19 têne vaksînkirin.
Berpirsê Giştî Tedros Adhanom Ghebreyesus îro di destpêka civîna revebirîya WHO ji navenda giştî ya rexistinê ya bi dirêjîya hefteyeke ya ser înternetê ya li Cenevre de axifî.
Tedros jiber şêwaza belavkirina vaksînên vîrusa korona nerazîbûnên rexistinê anî ziman û got ku dema tenê 25 dozên vaksînê bo yek welatekî xizan hatîye peyda kirin, hevdem bo 50 welatên dewlemendtir zêdeyî 39 mîlyon doz hatinin dayîn.
"Tenê 25 doz ji welateke ya gelek xizan re hatiye dayîn - ne 25 mîlyon, ne 25 hezar - tenê 25. Pêdivî ye ku ez eşkere bêjim," Tedros got.
Lê, wî navê welat destnîşan nekir.
Hevdem, Tedros serkeftina zanistî ya peydakirina vaksînan ya nava saleke de ya piştî ku pandemîya COVID-19 li Çînê derket holê, pîroz kir. Herwiha, niha tîmeke bi pistgirîya WHO ser bingeh û koka vîrusa korona lêkolînan dikin.
Wî bang li cîhanê kir ku divê di milê hemî kesan de derzîyê vaksînê hebin.
"Lê,her çiqas hinek vaksînên ku hatinin peyda kirin hevîyê ava dikin jî, em niha rûbirûyê xeterîya rastîn nin. Ev vaksînana di dîwarê newekhevîya di navbera welatên dewlemend û welatên xizan de dibin tuxleyek din,” Teodor got.