Komsarîya Yekitîya Ewrupa roja Duşemê ji Bruksel ragihand ku ewê beşdariyê di mekanîzma Rêzxistina Saxlemiya Cîhanî WHO da bikin, bo gehiştina vaksîna li dij vîrusa korona gihandina wê bo welatên hejar û kêm deramet, jibo wê jî 400 mîlyon Ewruro (477) mîlyon dolar pêwîstin.
Meha borî WHO bang li welatên endam kirbû ku 194 welatên in, da ku beşdariya di bernameya wan ya bi navê COVAX da bikin bi armanca gehştina encamên dawî yên çêkirin û belavkirina vaksîna li dij COVID-19.
Aramnca ji vê bang û plana WHO ewe da kompenî bihên piştevanî kirin da ku vaksînê bigehînin hemû welatên nû pêgehiştî.
Ursula von der Leyen, Seroka Yekîtiya Ewrupa roja Duşemê got "Komîsariya YE beşdariya xwe bi alîkariya 400 Euro bo bernama COVAX radigehîne bo alîkariya kirîna vaksînan li siberojê bo welatên dahatê wên kêm û navincî ne."
Ursula di hesaba xwe یا fermî ya twîterê da twîtek weşand û got "Bistîka rastîn ya hevkariya Navnetewî...Yekîtiya Ewrupa, emê 400€ milîyon Euro bo garantî kirna bernama #COVAX bo kirîn û belavkirina vaksînê bo welatên dahatê wan kêm û navincîye alîkarî bikîn, em hemû bi hev ra, dê hemû xebatên xwe bixîn kar bo pêşxistin û belavkirina vaksîna li dij Vîrusa korona li Ewrupa û beşên din li cîhanê."
Derbarê hevkarîya Komsariya Yekêtiya Ewrupa, Rêveberê WHO Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus di hesaba xwe ya twîterê da nivîsand "Gelek sopas jibo Komîsariya Yekîtiya Ewrupa jibo beşdariya wan di bernama COVAX da, ev nîşana mokimiya pêgiriya wane bi prirengiyê."
Ev pêngav di wî çaxî da pêkhat, piştî ku li hefetya borî Komsariya Yekîtiya Ewrupa grêbestek bi kompanya dermanan ya Brîtanî ra "AstraZeneca" îmza kirî bo kirîna vaksîna li dij COVID-19 li şûna her 27 welatên endam yên YE.
Di heman demê de Bruksel danûstandinan ligel şerîketên din jî didomîne bo peyda kirina milyonan yekeyên vaksînê bo welatên Ewrupa.