Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO Pêşnîyar Dike ku Zarokên 6 Heta 11 Salî Maskan Kar Bînin


Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) îro Duşemê ragihand ku divê zarokên 6 heta 11 salî jibo parastina ji vîrusa korona maskê bi kar bînin.

Pêşnîyara WHO divê demê de tê ku bi mîlyonan zarok hazirîya vegera dibistanan dikin û piştî ku hin kes îdia dikin ku zarokên ji 12 salî biçûktir ne di bin xeterîya vîrusa koronayê ne.

Pir caran zarok ji mirovên mezin hindiktir tûşî wan nexweşîyan dibin ku bi rêya vîrusê derbazî kesên din dikin, lê herî zêde kesên temenmezin bi enfeksîyona giran dikevin û dimirin.

Lê, jiber ku belavbûna COVID-19 di vê demê de gelek aktîf e, WHO niha dibêje ku divê deûbav jibo parastina zarokên xwe hizra karanîna rûberkan bikin.

WHO bal dikşîne ku li seranser cîhanê pirtir ji 23 mîlyon bîyerên pêketina korona qewimîne û heta ji 809,000 zêdetir kes jî ji wê nexweşîyê mirine.

XS
SM
MD
LG