Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeheke Tirkîyê Daxwaza Vekirina Malpera Wikipedia Red Dike


Dadgeheke Tirkîyê îro Înê serîlêdana Wikipedia ya rakirina qedexeya ser wê malperê red kir, bi sedema ku carna astengkirina malperên wiha pêdivî ne.

“Tevî ku azadîya axaftinê mafeke bingehîn be jî, carna ew dikare jibo pêdivîyên rêvebirinê were sînor kirin,” biryara dadgehê got.

Biryara astengkirina malpera Wikipedia xem û fikarên derbarê sansur, azadîya raman û azadîya ragihandinê li Tirkîyê hîn kûrtir kirine.

Hikûmeta Tirkîyê hefteya çûyî ragihandibû ku malpera Wikipedia, jiber sedemên ewlekarîya netewî hatiye asteng kirin.

Wezareta Ragihandinê ya Tirkîyê gotibû ku hin naverokên Wikipedia dijî Tirkîyê ye û ew bi hevkarîya hin komên mîlîtan hatine amade kirin.

Weqfa Wikimedia bang li hikûmeta Tirkîyê kiribû ku bloka ser malperê rake û wê bi temamî ji xwendevanan re veke.

XS
SM
MD
LG