Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

William Robak Serdana Şedadê Dike


Îro Yekşemê Şêwermendê wîzareta derve ya amrîkî Willam Robak serdana bajarokê Şedadê kir.

Willam Robak, li gel encûmana xwecihî ya bajarokê Şedadê civiya û li gorî jîdereke ji encûmana xwecihî civîn saatekê dirêj kir û têde mijarên xizmetguzarî yên bajêr hatin nîqaş kirin, her wiha li ser geşebêdana herêmên rizgarkirî hat tekez kirin.

Piştî civîna girtî Şêwermendê wîzareta derve ya Amrîka di konfiranseke rojnamevanî de tekez kir ku armanca wan ewe alîkariya xelkên herêmê bikin ku aramî vegere û ev yek ji armancên wane li dijî rêxistina terorî Daişê."

Di berdewamiya axaftina xwe de birêz robak got ewê demek dirêjtir li Sûriyayê bimînin ta "têkbirina rêxistina Daişê û dûrxistina hêzên Îranê û hevelbendên wê”

Piştî pirês konfiransê birêz robak li gel meclisa Şedadê serdana bajarokê Deşîşa yê kir, ku di dema dawî de di opirasyona bagera cezîrê de hatibû rêzgarkirin.

Pêşbîne Robak di nava vê heftiyê de serdana deverên rêzgarkirî yên Dêra Zorê bike û li gel encûmana sivîl û ya leşkerî ya DêraZorê bicive.

Raporta Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:28 0:00

XS
SM
MD
LG