William Friedkin, derhênerê xelatgirê Oskar, roja Duşemê li bajarê Los Angeles di temenê 87 salî de jiyana xwe ji dest da.
Friedkin bi filmên xwe yên tirsnak "The French Connection" û "The Exorcist" hate naskirin.
Filmê "The French Connection" çend xelatên Oskarê wergirt: baştirîn wêne, senaryo û montaj. Herwisa bala rexnevanên sînema li Hollywoodê kişand. Ew film bû sedem ku civaka Hollywood Friedkin bi dilxweşî pêşawaz bikin, ku wê demê temenê wî 32 sal bû. Friedkin wekî endamekî pêşeng yê nifşekî nû ji derhêneran dihat dîtin.
Piştre wî filmekî mezintir yê tirsnak bi navê "The Exorcist" çêkir. Ew film li ser romana William Peter Blatty hatibû avakirin ku derbarê jiyana keçeke 12 salî bû ku ketibû jêr destê şeytan.
Ev Film 10 namzetên Oskarê wergirt, di nav wan de yek ji bo Friedkin wekî derhêner, û du xelat jî jibo senaryo û deng wergirtin.
Bi wê serkeftina duyemîn re, Friedkin êdî di sedsala 21'an de derhêneriya film û zincîreyên televizyonê b kir.
Herwiha wî li ser filmên din jî kar kiribû wek "To Live and Die in L.A.," "Cruising," "Rules of Engagement."
Friedkin di heman demê de derhêneriya beşên xelekên berhemên TV kir, wekî "The Twilight Zone", "Rebel Highway" û "CSI: Crime Scene Investigation."
William Friedkin di 29'ê Tebaxa 1939'an de li Chicago ji dayik bûye. Di ciwanîya xwe de dest bi xebatên televîzyonên xwecihî kir û di 16 salîya xwe de dest bi derhêneriya pêşandanên zindî kir.
Friedkin sê caran zewicîye: Di salên 1970 û 80'an de bi aktera Fransî Jeanne Moreau re hevjînî kir. Ya din bi aktera Brîtanî Lesley-Anne Down re zewicî kir, ku kurekî wî û ya dawî di sala 1991'ê de bû ligel pêşkêşvana nûçeyan a TV Los Angeles , Kelly Lange.
Wî pirtûkek bîranênên xwe bi navê (The Friedkin Connection) di sala 2012'an de belav kir. û wî kar li ser filimê xwe yê nû dikir "The Caine Mutiny Court-Martial" lê ew nehat qedandin û tê çaverêkirin ku ew li Festîvala Filman ya Vînsya li Italya meha tê bê nîşandan.