Lîstikên Olempîkên Zivistana 2026an îro Înê li bajarên Mîlano û Kortîna d'Ampezzo yên Îtalyayê destê kir.
Amerîka yek ji 93 welatan e ku beşdarî van lîstikan dibin. Pirtir ji 3,500 werzîşvan di lîstikên cuda de beşdarî van Olempîkan dibin.
Ev cara yekê ye ku Lîstikên Olempîkên li du bajaran tên kirin, ligel ku hinek pêşbirk li navendên werzîşan li deverên din yên bakurê Îtalyayê wekî Livingo, Bormio û Veronayê pêk tên.
Rêwresmên vekirinê li Stadyuma San Siro li Mîlanoyê destpê dike. Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance û Wezîrê Derve Marco Rubio li merasîmê amade dibin.
Berî destpêka rêwresman, Vance civînek ligel Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Melon pêk anî û li pêş rojnamevanan got: “Bi giyanê Olempîkan, dostanî, pêşbirkî û hatina cem hev, em dilşad in ku li vir bin.”
Vance herwiha serdana Tîma Amerîkayê li Mîlanoyê kir.