Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêjeya Jinan di Hilbijartinên 31î Adarê de li Tirkiyê


Li Tirkiye roja 31î Adarê hilbijartinên herêmî pêk bên. Alozî û danûstandinên li ser hilbijartinan her roj pêtir germ û tûnd dibin.

Lê, tepeserkirina jinê ji aliyê zîhnîyeta zilamî û helwesta wan li hemberî rewşa jinê dom dike. Pisrgirêk û berxwedana jinan jî ya li hemberî tundî, destdirejî û hebûna jinan ya di qada sîyasetê da jî didome.

Daneyên statistîkî yên fermi û encamên lêkolinan derbarê hilbijartinên heremî yên 31ê Adarê wê helwestê bi zelalî pêşçav dike.

Li gor statîstîkên Komîta Bilind ya Hilbijartinan(YSK) , ewê hilbijartin bo şaredarîyên 30 bajarên mezin,51 bajaran, 922 bajarokan, muxtarîyên 32 hizar 105taxan û bo 18 hizar gûndan pêk were.

Hejmara dengderên qeyd kirî 57.93. 985 kesin. Ji vanan 28.944.306 jin û 28.149.679 jî zilamin.

Li gorî tomarên dawî yên Komeleya Piştvanîya Ji bo Namzetên Jin (KA.DER), di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019 de hejmara namzetên jin yên partîyên jin wûsa ya:

Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) ya ku 17 sale li Tirkiyê desthilatdare, rêjeya jinê di nava namzetên wê de tenê %1.25 ye. Di nava bi tevahî namzetên partiyê ku 297 kesin tenê 24 namzet jinin.

Partîya sereke ya opozîsyonê Partîya Gel a Komarî (CHP) di rêziknameya xwe de bi fermî, ji sedî 33 (%33 ) kotaya jinan heye, tevî vê jî ew pîvan bi cî nehatiye, di nava 842 namzetan de tenê 44 namzet jin hene. Ev hejmar jî rejaya % 5.23 pêk tîne. Partîya Baş ango İYİ Partî partî jî, ji 122 namzet nîşan dane di nava wan de tenê 4 namzet jin hene.

Partîya Tevgera Netewperist (MHP)di hilbijartinan de, di bin navê ‘îtîfaqa mîllîyetê’ de,ku ba AKP re çêkirîye, wê partiyê 775 berbijêr hene ji wan jî tenê 14 jê jin in. Ji 239 namzetên Partiya Saadetê jî tenê 2 namzet jê jin in.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li gur rêje û hejmara berbijêran di nava partiyên siyasî de li Tirkiyê û partiyên beşdar di hilbijartinan de, partîya ya herî li pêşe di ware beşdarîya jinê de. HDPê 290 berbijêrên şaredarîyan weke berbijêr destnîşan kirine. Nîva hejmara wan ku 145 berbijêr jin in.

Rêxistin û saziyên jinan li ser gelek platforman li hemberî partîyên sîyasî nerazîbûn û rexneyên xwe dîyar dikin. Û bo beşdarbûna zêdetir ya jinan di siyasetê de daxwaz dikin.

XS
SM
MD
LG