Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qonaxa 16’an ya Kupaya Cîhanê ya Jinan bi Du Lîstikan Destpê Kir


Dîmeneke yarîya Spanya û Swîsra.
Dîmeneke yarîya Spanya û Swîsra.

Kupaya Cîhanê ya futbola jinan li Australya û New Zealand bi du lîstikan qonaxa 16’an roja Şemîyê destpê kir.

Di yarîya yekê de Swîsra û Spanya hatin ber hev. Lîstik bi encameke mezin 5-1 bo Spanyayê bidawî bû. Li maça ku li bajarê Auckland yê New Zealandê pêk hat, bêtîr 43 hezar temaşevan amade bûn.

Di lîstika din de Japonê serkeftineke mezin li hember Norwicê bidest xist. Maç bi encama 3-1 bidawî bû. Bêtirî 33 hezar kes li maça ku li bajarê Wellington yê New Zealand pêk hat amade bûn.

Tîma Japonê serkeftina xwe hember Norwicê pîroz dike.
Tîma Japonê serkeftina xwe hember Norwicê pîroz dike.

Bi van herdu encaman, Spanya û Japon diçin qonaxa 8’an ji pêşbirka herî mezin ya futbola jinan.

Di berdewamîya lîstikên qonaxa 16’an de, Holenda û Afrîqa Başûr roja Yekşemê li bajarê Sydney tên hember hev.

Di yarîya din de Amerîka (qehremana herdu kupayên cîhanê yên dawî) ligel Swêdê li bajarê Melbourne yê Australyayê dilîze.

XS
SM
MD
LG