Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mexrib Dikeve Dîrokê di Kupaya Cîhanê ya Jinan de


Dîmenek ji lîstika Mexrib û Kolombiyayê
Dîmenek ji lîstika Mexrib û Kolombiyayê

Tîma Mexribê ya futbola jinan îro kete dîroka sporê piştî ku serkeftinek li hember Kolombiyayê bidest xist û pê re jî çû qonaxa 16’an ya pêşbirka Kupaya Cîhanê ya futbola jinan.

Di lîstika ku li bajarê Perth yê Australyayê de pêk hat, Mexrib bi golê Anissa Lahmarî serkeftina xwe hember tîma Kolombiyayê bidest xist.

Ev cara yekê ye ku welatekî Ereb yan jî ji Bakurê Afrîqayê digihêje vê qonaxê ji Kupaya Cîhanê ya Jinan.

Tevî têkbirina hember Mexribê, Kolombiya jî derbazî qonaxa 16’an bû. Ew jî jiber ku lîstika din ya heman grûpê di navbera Koreya Başûr û Almanya de bi encama 1-1 bidawî bû.

Alîyek ji lîstika Almanya ligel Koreya Başûr.
Alîyek ji lîstika Almanya ligel Koreya Başûr.

Bi encamên îro Pêncşemê yên grûpa H, rêza tîman wisa dibe: 1) Kolombiya (6 xal), 2) Mexrib (6 xal), 3) Almanya (4 xal), 4) Koreya Başûr (1 xal). Tenê herdu tîmên rêza yek û duwem de diçin qonaxa 16’an.

Gera 16’an roja Şemîyê bi sê lîstikan berdewam dike, ew jî ev in: Swîsra ligel Spanya, Japon ligel Norwic, Holenda ligel Afrîqa Başûr.

Tîma Amerîka di heman qonaxê de roja Yekşemê tê pêş tîma Swêdê.

XS
SM
MD
LG