Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîma Fransa ya Jinan Serkeftineke Girîng Hember Brazîl Bidest Dixe


France vs Brazil
France vs Brazil

Di yariyeke girîng ya grûpa F de ji pêşbirka futbola jinan ya Kupaya Cîhanê, tîma niştimanî ya Fransayê îro Şemiyê serkeftineke girîng hember tîma Brazîlê bidest xist.

Lîstika ku li bajarê Brisbane yê Austalyayê birêve çû bi encama 2-1 ji bo Fransayê bidawî bû. Golê duwemîn ya Fransa di xuleka 83 ji aliyê Wendie Renard ve hate birin. Bi vê serkeftinê Fransa dibe rêbera grûpa xwe.

Di rêza duwem de û bi heman xalan, Jamayka cih digire, piştî ku wê jî 1-0 tîma Panamayê têk bir.

Brazîl jî êdî niha daket rêza sêyemîn ya grûpê.

Sweden vs. Italy
Sweden vs. Italy

Di grûpa G de, tîma Swêdê serkeftinek mezin li hember Îtalyayê bidest xist. Bi encama 5-0 Swêd niha bi 6 xalan di rêza yekemîn ya grûpa xwe de ye. Tevî têkçûna mezin, Îtalya di rêza duwemîn de bi 3 xalan dimîne. Di rêzên sêyemîn û çaremîn de, Afrîqaya Başûr û Arjentîn her yek bi xalekê cih digirin.

XS
SM
MD
LG