Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Qamişlo Ser Rola Ragihandinê ya di Nexweşîya COVID-19 Workşopek Hat Encamdan


Workşopa ser COVID-19
Workşopa ser COVID-19

Desteya Tendirustî ya herêma Cizîrê û Rêxistina Heyva Sor a Kurd li Qamişlo workşopek bi dezgehên ragihandinê re darxistin.

Desteya tendirustîyê da zanîn ku armanca wan ya serekî ji workşopê ew bû ku navbera sazîyên saxlemîyê û dezgehên ragihandinê mekanîzemeyeke tekilîyê ava bikin ku rê li ber agahîyên şaş yên derbarê COVID-19 bigirin.

Hevserokê Desteya Tendirustî ya herêma Cizîrê Dr. Ciwan Mistefa got ku perspektîfên wan yên sala 2020 bi kêmî û kurtahî derbaz bûn. “Me hemî hewildan kirin ku bi encamên erênî COVID-19 kontrol bikin û rê li ber agahîyên şaş bigirin.”

Endamê Heyva Sor a Kurd Dr. Şêrvan Berî ji got ku komîteyeke ragihandinê û parvekirina agahîyan dê were damezrandin.

Di semînerê de berpirs û rojnemvanên beşdar nerîn û pêşnîyarên xwe anîn ziman û bi komîteya amadekar re parve kirin.

Hevserokê Yekîtîya Ragihandina Azad Sîpan Can jî dîyar kir ku şopandina dezgehên ragihandinê ya derheqa danasîna COVID-19 di asteke nizim de bû.

“Li gor Desteya Tendirustî ya herêma Cizîrê hejmarên tûşbûyên koronayê li ser asta Bakur û Rojhilata Sûrîyê nêzî 8 hezar kes e. Desteya saxlemîyê û Heyva Sor hewil didin ku bi rêya 80 dezgehên ragihandinê hişyarîya vîrusa COVID-19 di nav civakê de bi cîh bikin.”

ZO_12_29_2020_Workşop_Ragihandin_COVID-19
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:55 0:00

XS
SM
MD
LG