Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Binpêkirinên Mafên Zarokan li Bakur û Rojhilata Sûrîyê di Raportekê de Tên Belav Kirin


Roja Cîhanî ya Zarokan li 20ê Mijdarê li Qamişlo.

Bi helkefta Roja Cîhanî ya Zarokan, Komeleya Mafên Mirov ya herêma Cezîrê li bakur û rojhilata Sûrîyê raportek derbarê binpêkirinên mafên zarokan li deverê weşand.

Di raportê de binpêkirinên mafên zaokan yên ku di navbera 1/1/2021 û 18/11/2021 de qewmîne, hatine belge kirin.

Li gor raportê, ji ber êrîşên Tirkîyê yên vê dawiyê 7,490 zarok derbider bûne, her wiha 629 zarok li herêmên jêr kontrola Tirkîyê hatin leşker kirin.

Evîn Cuma, Rêvebira Komelya Mafên Mirov li Cizîrê.
Evîn Cuma, Rêvebira Komelya Mafên Mirov li Cizîrê.

Rêvebira Komeleyê Evîn Cuma Ji Dengê Amerîka re got ew bang li rêxistin û sazîyên navnetewî dikin ku bi erkên xwe yên mirovahî raibn û zarokan ji bandora şer biparêz in.

Li aliyekî din, parêzerên mafên mirov diyar dikin ku li gor Peymana Mafên Zarokan ya Cîhanî ya sala 1990, herwiha li gorî prensîpên navnetewî yên salên 1945, 1966 Turkiyê sûcdar e.

Parêzer Mihemed Elnûaimî dibêje, ''Tirkîye tawanên şer hember mafên zarokên bakur û rojhilatê Sûrîyê pêk anîne û pêwîst e sûcdar bên dadgeh kirin.''

Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirov li herêmên Rêveberiya Xweser ji destpêka 2021'ê û heta 18'ê Mijdara heman salê, 82 zarok hatine kuştin û 39 jî birîndar bûne.

Bêtir agahî li ser vî faylê dengî guhdarî bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:47 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG