Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cama Cîhanê bi Serkeftina Meksîk û Koreya Başûr Destpê Kir

Lîstikên Cama Cîhanê ya futbolê roja Pêncşemê bi du serkeftinan bo Meksîk û Koreya Başûr destpê kir.

Piştî merasîmên fermî yên vekirina Cama Cîhanê 2026, tîma niştimanî ya Meksîkê derket hember tîma Afrîqaya Başûr û bi 2-0 biserket. Lîstika destpêkê bi sê kartên sor (yek bi Meksîk û du bi Afrîqaya Başûr) bi dawî bû.

Ji bo piştgirîya tîma xwe, bêtirî 80 hezar kes li stadyuma Azteca li paytexta Meksîkê, Mexico City, amade bûn.

Di heman grûpê de, lîstikek di navbera Koreya Başûr û Çekê de pêk hat. Ew jî bi serkeftina Koreya Başûr bi encama 2-1 bi dawî bû.

Meksîk piştî van herdu lîstikan bi 3 xalan dibe serkêşa Grûpa A û Koreya Başûr jî bi heman xalan di rêza duwem de cih digire. Afrîqaya Başûr û Çek jî bi xal dimînin.

Çalakîyên Cama Cîhanê îro Înê berdewam dikin. Tîma Amerîkayê li bajarê Los Angelesê derdikeve pêş Paraguay. Tê çaverêkirin ku stadyuma xwedî 70 hezar kursî bi tevahî tijî bibe.

Berî wê lîstika li Kalîfornyayê, mêvandara sêyem ya Cama Cîhanê Keneda jî ligel tîma nitşimanî ya Bosnîya dilîze. Ew maç li bajarê Toronoto yê rojhilatê Kenedayê tê lîstin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG