Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çar Lîstikên Duşemê yên Cama Cîhanê bi Çar Encamên Yeksan Bidawî Bûn

Dîmeneke ji lîstika Grûpa G a di navbera Îran û New Zealand de.
Dîmeneke ji lîstika Grûpa G a di navbera Îran û New Zealand de.

Çar lîstikên Cama Cîhanê yên roja Duşemê li Amerîkayê bi encamên yeksan bi dawî bûn.

Di grûpa H de, lîstika Spanya û Cape Verde bi encama 0-0 bi dawî bû. Ev encam wekî surprîzeke mezin hat ji ber ku tîma Spanyayê yek ji yên herî mezin ên vê pêşbirkê ne û tîma Cape Verde jî cara yekê ye ku beşdarî Cama Cîhanê dibe.

Di lîstikeke din de ya heman grûpê, Erebistana Siûdî û Uruguay yeksan derketin. Lîstik bi encama 1-1 bidawî bû.

Di Grûpa G de jî, maça Belcîka û Misrê bi encama 1-1 bidawî bû. Ew lîstik li stadyuma bajarê Seattle pêk hat û bêtirî 66 hezar cemawer amade bûn.

Di heman grûpê de lîstika Îran û New Zealand bi encama 2-2 qedîya. Ew maç li bajarê Los Angeles lidar ket.

Lîstikên Cama Cîhanê îro Sêşemê berdewam dikin. Li New Jersey, Fransa û Senegel di Grûpa I derdikevin hember hev. Di heman grûpê de Îraq û Norwêc li stadyuma bajarê Boston bilîzin.

Piştî wan herdu lîstikan, Arjentîn, ku qehremana Cama Cîhanê ya 2022'an bû, ligel Cezayirê li bajarê Nansas li wîlayeta Missouri dilîze.

This item is part of
XS
SM
MD
LG