Cama Cîhanê ya futbolê îro Şemîyê bi sê lîstikan li Kalîfornya, New Jersey û Massachusetts didome.
Di lîstika pêşî de Swîsre û Qeterê li stadyuma bajarê San Francisco derdikevin hember hev. Ev lîstik beşek in ji Grûpa B ku tê de Keneda û Bosnîya jî cih digirin. Lîstika Keneda û Bosnîya roja Înê bi encama 1-1 bidawî bû.
Di Grûpa C de, Brazîl û Mexrib li stadyuma New Jersey ya nêzîkî New York hember hev dilîzin. Ji ber bihêzbûna herdu tîman, tê çaverêkirin ku lîstikeke germ pêk were.
Di lîstika din ya heman grûpê de, Haiti û Skotlandayê bi hev re dilîzin.
Di lîstikên roja Înê de, ji bilî Keneda û Bosnîyayê, Amerîka encameke baş di maça xwe ya yekemîn de li hember Paraguay 4-1 bidest xist.
Ji destpêka lîstikên Cama Cîhanê li 11'ê Hezîranê ve, heta niha niha çar lîstik hatine kirin, tê de 12 gol hatine tomarkirin.
Lîstikên Cama Cîhanê li Amerîka, Meksîk û Kenedayê dê heta 19'ê Tîrmehê bidomin.