Bazarên cîhanî roja Sêşemê wekî bersivek ji bo hêvîyên zêdebûyî yên ji bo nûdestpêkirina danûstandinên dîplomatîk di navbera Amerîka û Îranê de, bilind bûn.
Pişkên cîhanî zêde bûn, di heman demê de buhayên petrolê daketin û dolar jî hinekî lawaz bû.
Ev pêşketina erênî di demekê de tê ku Amerîka piştî ku danûstandin di dawîya hefteyê de bê encam bi dawî bûn, dorpêça deryayî li ser Îranê sepand.
Pişkên Ewrupayî bi rêjeya 0,6% bilind bûn, petrola Brent jî 0,3% kêm bû û gihîşt 99 dolar bo bermîlekê. Petrola Amerîkî bi rêjeya 1,6% kêm bû û gihîşt 97,50 dolar bo bermîlekê.
Nirxa Euro ji sedî 0,4 hember dolarê Amerîkî bilind bû û gihîşt 1,18 dolar. Poundê Brîtanî jî bi rêjeya 0,5% zêde bû û gihîşt 1.357 dolar, ku ev rêjeya herî bilind a zêdetirî şeş hefteyan e û ji asta berî şer bilindtir e.
Ajansa Reuters herwiha ragihand ku tevî destpêkirina dorpêça benderên Îranê, daneyên barkirinê nîşan didin ku sê tankerên petrolê yên bi Îranê ve girêdayî ji Tengava Hormuzê derbas bûne.