Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Ji ber Şer Krîza Xwarinê Kûr Dibe û Alîkarî Kêm Dibin

Li gor raporteke nû, şer sedema herî mezin a birçîbûnê ye. Herwiha xirabûna keşûhewayê û krîzên aborî jî nahêlin ku xelk bigihêje xwarina pêwîst.

Raporta Rêxistina Xwarin û Çandinîyê (FAO) û Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dibêje ku di sala 2025’an de, di nav 47 welatan de 266 milyon mirov bi pirsgirêkên giran ên birçîbûnê re rûbirû mane.

Krîzên herî dijwar ên birçîbûnê li welatên wekî Afganistan, Sûdan, Sûdana Başûr, Nîjerya û Komara Demokratîk a Kongoyê tên dîtin.

Li alîyê din, rewşa xwarinê li welatên wekî Bangladeş, Nîjer û Sûrîyê baştir bûye.

Raport herwiha dibêje ku alîkarîyên mirovî pir kêm bûne. Ji sala 2022’an ve ev alîkarî bi rêjeya 59% kêm bûne.

Amerîka piştgira herî mezin a FAO û WFP’yê ye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG