Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Qamişlo Roja Cîhanî ya Aştîyê Hate Pîrozkirin


Bi helkefta Roja Cîhanî ya Aştîyê, ku dikeve 21'ê Îlonê, komeleya mafên mirov li herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê li pêş avahîya Neteweyên Yekbûyî li Qamişlo daxuyanîyek xwend.

Di daxuyanîya xwe de, komeleyê bal kişand ser kiryar û binpêkirinên Tirkîyê yên ku li bakurê Sûriyê pêk tên û guhertinên demografîk li herêmên Kurdan.

Bi berdewamîya rola Tirkiyê ya yekser, ji ber cîbicîkirina planên nijadperestiyê li seranserî sînorê Sûriyê û Tirkiyê, gelek xelkê deverê ji cihên xwe revîyane. Ligel jî kuştina rêxistinkirî, revandin, gefxwarin, herifandina xakê, avakirina dîwarê çemeto, destdirêjiya ser jinê û qutkirina jêderên jiyanê yên serekî mîna av û elektirîkê, û her tiştê ku dikeve jêr sîwana tawanên navnetewî.

Li aliyîkî din, komeleya mafên mirov xwest ku xwediyê van kiryaran û hevalbendên wan bên cezakirin. Rêvebira komeleyê Evîn Cuma, ji Dengê Amerîka re destnîşan kir ku ew dixwazin di Roja Aştiyê de bala cîhanê bikişînin ser van kiryarên ku dermafê xelkê herêmê de pêk tên.

Di dawîya daxuyanîyê de komeleya mafên mirov bang li Neteweyên Kekbûyî kir ku li gor yasa û zagonên navnetewî tevbigerin û destêwerdanê bike ji bo cîbicîkirina aştiyê li herêmê.

Raporta Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:57 0:00
XS
SM
MD
LG