Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wêneya Jineke Filîstînî û Birazîya Wê Xelata Wêneyê Medya ya Cîhanê Bir


Di vê wêneya Mihemed Salim de jina Filîstînî Inas Ebu Maamar ya 36 salî termê xarza xwe ya 5 salî, Saly hembêz dike (Arşîv)
Di vê wêneya Mihemed Salim de jina Filîstînî Inas Ebu Maamar ya 36 salî termê xarza xwe ya 5 salî, Saly hembêz dike (Arşîv)

Wênekarê Reutersê Mihemed Salim bi wêneyê jineke Filîstînî ya termê birazîya xwe yê 5 salî hembêz kiriye Xelata Wêneyê Medya ya Cîhanê (WPP) ya 2024’an sitand.

Wê 17’ê Cotmeha 2023’yan li Nexweşxaneya Nasser ya Xan Yûnîs ya li başûrê Gaza hatiye kişandin.

Edîtorê Vîdeo û Wêneyên Reutersê Rickey Rogers li Amsterdamê di merasîmê de dîyar kir ku Salim gava serketina xwe bihistîye bi dilnizmî gotiye ku ew nikare serketinê pîroz bike, lê bi saya xelatê ew wêne bigihije pirtir kesan.

Rogers dîyar kir ku ew hêvî dike ku bi wêneyê Mohammed Selam cîhan bandora şer ya li ser zarokan bibîne.

Weqfa Wêneyê Medya ya Cîhanê, ku navend li Amsterdamê ye, ragihand ku jibo wan girîng e ku cîhan bibîne ku rojnamevanên şer dişopînin bi çi dijwarîyan re rûbirû dimînin.

Wê weqfê dîyar kir ku piştî Hamasê 7’ê Cotmehê êrîş biriye ser Îsraîlê û wê dewletê jî bi operasyonên li Gaza bersîv daye li herêmê 99 rojnamevan û xebatkarên medyayê hatine kuştin.

Salem yê Filîstînî yê 39 salî ji 2003’an vir ve jibo ajansa nûçeyan ya Reutersê dixebite ku wî sala 2010’an jî di Wêneyê Medya ya Cîhanê de xelat sitandibû.

Jurîyê ragihand ku Salem wêne ‘’bi baldarî û rêzdarî kişandiye’’ û nêrîneke rast pêşkeş kiriye.

Salem meha Mijdarê ser wêneyê gotibû ku ew bawer dike ku wêne bûyerên li Gaza bi awayekî berfireh nîşan dide.

‘’Însan li hev şaş bûbûn, jibo rewşa nasên xwe hîn bibin ji vê hêlê diçûn wê hêlê. Ew jinik dema cesedê wê keçika biçûk girtibû û nedixwest berde li ber çavên min ket.’’

Xanima Salem çend rojan berî ew wêneyê bigire zarokek anîye dinê.

Endama jurîyê Fiona Shields, ku li Guardian News & Media berpirsa wêneyan e, ser wêneyê got ku ‘’bandoreke kûr’’ çêdike.

Jurîyê wêney serketî ji 61,062 wêneyên 3,851 wênekarên ji 130 dewletan bijart.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG