Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jinebîyên Derbider li Penageha Şehba Rûbirûyê Gelek Çetinahîyan Dibin


Îro, 23yê Hezîranê weke Roja Cîhanî ya Jinebîyan tê zanîn. Neteweyên Yekbûyî ev roj jibo piştevanîya jinên hevjînê xwe hinda kirine, dîyar kiriye.

Rûken yek ji van jinan e, derbidereke Efrînî ye, 33 salî ye û dayîka 2 zarokan e, hevjînê wê ji 5 salan de ji alîyê rejîma Sûrî ve hatibû desteser kirin û di girtîgehê de cane xwe ji dest daye.

Ew dibêje ku jerkî hevjînê wê miriye, jîyana wê li penageha Şehba ya derbiderên Efrînî di nava gelek zor û zehmetîyan re derbaz dibe.

“Ez û her du zarokên xwe ligel malbata min di bin çadirekî de dijîn, min barê xwe danîye ser wan, çiqas ew li min miqate ne, lê dîsa jî rewşa me zehmet e. Jiber nexwaşîya zaroka min, ez nikarim derkevin kar û bi tena serê xwe debara zarokên xwe bikim”.

Li penageha Şehba ya derbiderên Efrînî û li gor daneyên Desteya Karûbarên Civakî ya Kantona Efrînê, 1200 jinên derbider yên bêhevjîn hene.

Pispor dîyar dikin ku di rewşên normal de, gava ku jinek hevjînê xwe hinda bike, zehmetîyên mezin di jîyana wê de derdikevin.

Lê li derbiderîyê pirsgirêkên jinebîyan hîn girantir û pirtir in, loma pêwîstî bi guhdan û lênêrîna taybet jibo van jinan û zarokên wan heye.

Rêvebira komîteya lênêrîna civakî di Desteyê de, Hêvîn Şamîyo dîyar kir ku, jinên hevjînê xwe hinda kirine, li derbiderîyê bi gelek zehmetîyên aborî û civakî re rûbirû dimînin.

Havîn Şamîyo
Havîn Şamîyo

“Ev jin niha hem bêhevjîn in û hemjî derbider in, ku derfetên kar kêm in, zehmetîyên pêjîyanî gelek in û xwedîkirina zarokan jî bi tenê pir zor e, çimkî ev jin bi her du rolên dayîkê û bav jibo zarokan radibe û ev jî pirsyarî û barekî giran e”.

Derbara kar û xebatên ku deste jibo piştgirîya jinebîyan dike, Şamîyo got ku, “Tevî hewlên peydakirina derfetên kar jibo jinebîyan, em hin korsên piştevanîya derûnî û lênêrîna civakî jibo wan pêk tînin, daku karîna wan ya danûstandina bi guvaşan re bilin bikin û derûnîya wan baştir bikin”.

Hêjayî gotinê ye ku Desteya Karûbarên Civakî, bi bûneya Roja Cîhanî ya Jinebîyan, hin qufikên alîkarîyê ji jinebîyên Efrînî yên derbider yên li kampên penageha Şehba re pêşkêş kirin.

NR_06_23_2023_Roja_Cihani_Jinebi_Derbider
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:10 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG