Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Banka Cîhanî: Şerê Îsraîl û Filistînîyan Dikare Buhayê Petrolê Bilind Bike


Kargeha petrolê Aramco, li zêvîya el-Howta Howta, ya li Erebistana Saudî (Arşîv)
Kargeha petrolê Aramco, li zêvîya el-Howta Howta, ya li Erebistana Saudî (Arşîv)

Banka Cîhanî îro Duşemê di raporteke xwe de hişyarî da ku ger şerê Îsraîl û Filistînîyan tundtir bibe û heke li Rojhilata Navîn belav be, bûhayên wek petrol û berhemên çandinîyê wê zêde bibin.

Êrîşa dijî Îsraîlê ya ji alîyê rêxistina tundrê ya Hamasê ve û operasyona leşkerî ya Îsraîlê ya dijî Hamasê, tirsa pevçûneke berfireh ya li Rojhilata Navîn zêde kiriye.

Indermit Gill, aborîzanê payebilind yê Banka Cîhanî, got ku dagirkirina Rûsya ya li Ukrayna jixwe ser aborîya cîhanî bandorên wêrankar kiriye ku heta îro jî didome.

"Divê sîyasetvan hişyar bin. Heke tundî berfireh bibe, aborîya cîhanî wê piştî dehsalan ra yekê bi şokek enerjîyê ya dualî re rûbirû bimîne hem jiber şerê li Ukrayna hem jî ji pevçûna li Rojhilata Navîn, " Gill got

Li gor Raporta Perspektîfa Bazara Berheman ya sazîyê buhayê petrola xav ji destpêka şerê Îsraîl- Filistînîyan ve ji sedî 6 bilind bûye û hevdem buhayên berhemên çandinîyê, piranîya metal û kelûpelên din pir hindik zêde bûne.

Raport ser bingeha bûyerên dîrokî yên ku ji 1970’an ve girêdayê zêdebûna pevçûnên herêmî ne, sê pêşbînîyên xeterîyê destnîşan dike.

Senaryoya "xeterîya piçûk" pêşbînî dike ku buhayê yek bermîla petrolê bigêhêje ji 93 heta 102 Dolaran, wekheva rewşa ku di şerê navxweyî yê Lîbya de di 2011-an de hate dîtin, ku hilberîna petrolê rojane bi qasî 500 hezar heya 2 mîlyon bermîlan kêm bûbû.

Senaryoya "xeterîya navîn", pêşbînî dike ku pêşbînî dike ku wê dabînkirina petrolê ya cîhanî qasî 3 mîlyon û 5 mîlyon bermîlan kêm bike û buhayê yek bermîle bibe 109 - 121 dolar, ku nêzî krîza şerê Îraqê ya di 2003’an de ye.

Senaryoya Banka Cîhanê ya " xeterîya mezin", ser bingeha bandora ambargoya ser petrola Ereban ya 1973’an pêşbînîyê dike û dibêje wê dabînkirina petrolê ya cîhanî navbera 6 mîlyon û 8 mîlyon bermîlan kêm bibe.

Banka Cîhanê hişyar dide ku ger ev senaryo pêk were, di destpêkê de wê yek bermîlek bibe 140 û 157 dolar, ku buha ji sedî 75% bilind dibe.

Jêder:World Bank,Reuters

XS
SM
MD
LG