Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro Roja Penaberan ya Cîhanê Ye


Zarokên penaber yên Efrînî

Îro Roja Penaberan ya Cîhanê ye. Neteweyên Yekbûyî (NY) her sal di 20’ê Hezîranê de vê rojê pîroz dike ku bal bikşîne ser rewişa penaberan.

Civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî di 4’ê meha donzdeh Berfanbara 2000’an de, biryar dabû ku her sal 20’ê Hezîranê wek Roja Penaberan ya Cîhanê (World Refugee Day) were pîroz kirin.

Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) do Çarşemê ragihand ku li seranser cîhanê dora 71 mîlyon kes, jiber şerên berdewam û kêşeyên din, neçar mane ku cîh û warên xwe li paş bihêlin.

UNHCR bal dikşîne ku ev hejmar asta herî bilind ya 70 salên borî ye.

UNHCR herwiha dide zanîn ku di sala borî de 26 mîlyon kes jiber şer û alozîyan ji welatên xwe derketin ku nîva wan kesan zarok in û 41 mîlyon kesên din jî li hindurê welatên xwe derbider bûne.

UNHCR dîyar ku du ji sê hemî penaberên seranser cîhanê ji pênc dewletan: Sûrîye, Afganistan, Sudana Başûr, Myanmar û Somalî tên.

XS
SM
MD
LG