Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî 20 Salan Nasnameyên 2 Qurbanîyên Êrîşa11ê Îlonê Hatin Destnîşan Kirin


Têsta DNA
Têsta DNA

Karbidestên New Yorkê radîgînin ku berîya çend rojan ji bibîranîna êrîşên 11 Îlonê, nasnameya du qurbanîyên din bi rêya DNA hatin destnîşan kirin.

Karbidestên bajarê New Yorkê radîgînin ku berîya çend rojan ji bibîranîna êrîşên 11 Îlonê, du qurbanîyên din ku li New Yorkê hatibûn kuştin bi saya teknolojîya DNA, bi fermî hatine destnîşan kirin.

Rêvebira Enstîtûya Yasayî ya New York'ê di daxûyanîkê de got, zanyarên wan 1,646emîn û 1,647emîn kesan ku canên xwe li Navenda Bazirganîya Cîhanê winda kiribûn hatine tespit kirin.

Bi giştî 2, 753 kesan di êrîşên El Qayde de yên li dijî avahîya mezin ya bajarê New Yorkê di 11 Îlona sala 2001an de, hatibûn kuştin.

Heta niha, nasnameyên 1,106 kesan nehatine tespît kirin, ku ew ji dike %40 kesên ku li New Yorkê mirin.

Rêvebira Enstîtûya Yasayî ya New Yorkê Barbara Sampson dibêje, “Me 20 sal berê soz da malbatên qurbanîyên erîşên New Yorkê ku em ê nasnameya hezkerîyên wan tespît bikin.”

Yek ji wan qurbanîyan ku hatîye tespît kirin jineke bi navê Dorothy Morgan e ku termê wê sala 2001an de hatibû ditîn. Qurbanîyê din ku hatîye tespît kirin, mêr e.

Bermayînên termên wî di salên 2001, 2002, û 2006an de hatine dîtin, lê malbata wî nexwestîye ku navê wî eşkere bibe.

Li gor Sampson, bi teknolojî û peyvoja ya 20 salan ew karine nasnameyên qurbanîyên Navenda Bazirganîya Cîhanê tespît bikin ku ew dibe lekolîna bijîşkî ya herî mezin û zor ya dîroka Amerîkî.

XS
SM
MD
LG