Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wright: Îran Êdî Nikare Tengava Hormuzê Bigire

 Chris Wright Wezîrê Enerjîyê yê Amerîkayê
Chris Wright Wezîrê Enerjîyê yê Amerîkayê

Wezîrê Enerjîyê yê Amerîkayê Chris Wright ragihand ku di 24 demjimêrên dawî de nêzîkî 72 keştî ji Tengava Hormuzê derketine û 20 milyon bermîl petrol birine.

Wright îro Çarşemê li Foruma Enerjîyê ya Cîhanî ya Reutersê li New Yorkê got ku ji ber mayînên Îranê yên li Tengava Hormuzê, gihandina asayî ya petrolê dereng ketîye.

“Îran di siberojê de nikare rê li ber Tengava Hormuzê bigire. Ev yek pir giring e, ji ber ku ev hêza wan a herî mezin bû û em vê hêzê ji destê wan digrin. Heger peymanek ligel Îranê çênebe jî, Amerîka dê gihandina petrolê di Tengavê de her berdewam bike," Chris Wright got.

This item is part of
XS
SM
MD
LG