Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Enerjîya Amerîka: Hinardekirina Petrolê bi Rêya Tengava Hormuzê bi Awayekî Berçav Zêde Bûye

Wezîrê Enerjîya Amerîkayê dibêje 15 milyon bermîl petrol roja Sêşemê bi alîkarîya leşkerên Amerîkî di Tengava Hormunê re derbas bûn.

Chris Wright di postekê de li ser X'ê got ku 20 milyon bermîl petrol û berhem ji welatên Kendavê bi rêya xeta borîya gihîştine bazara cîhanî.

Berî ku rejîma Îranê Tengava Hormuzê kontrol bike, her roj 20 milyon bermîl petrol û berhemên petrolê li herêmê di tengava stratejîk re derbas dibûn, di nav de 2 milyon bermîl petrola Îranê û gaza xwezayî ya şil.

Wezîrê Enerjîya Amerîkayê got ku bi alîkarîya keştîyên leşkerî yên Amerîkî, hinardekirina rojane ya neftê ji welatên Ereb li herêmê bi rêya Tengava Hormuz hefteya borî gihîşt 8 milyon bermîl.

Erebistana Siûdî û Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat) rojane nêzîkî 7 mîlyon bermîl petrol bi rêya borîyên alternatîv di Tengava Hormuzê re derdixin.

Ji alîyekî din ve, veguhestina petrola Îranê li Tengava Hormuzê zêdetirî mehekê ye ku hatiye rawestandin bi saya dorpêçkirina deryayî ya Amerîkayê li ser Tehranê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG