Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WSJ, Piştî Girtina Gershkovich ji Washingtonê Dixwaze ku Balyozê Rûsya Dersînor Bike


Desteya weşanê ya Wall Street Journalê (WSJ) piştî nûçegihanekî wê rojnameyê li Rûsya bi tohmeta sixûrîyê hat girtin ji Amerîka xwest balyozê Rûsî ji welêt derxe.

Wê desteyê dîyar kir ku xêncî balyozê Rûsya divê hemî rojnamevanên Rûsî yên li Amerîka dixebitin jî ji Amerîka werin derxistin.

Li gor desteyê girtina rojnamevanê wê mîna provokasyoneke hesabkirî xuya dike û Rûsya dixwaze bi wê çavên medyayê bitirsîne.

Medyaya Rûsya dîyar dike ku Evan Gershkovich gumanbar e ku wî sîxurî jibo berjewendîya hikûmeta Amerîka kiriye û ser Rûsya agahî berhev kirine.

Nûçegihanê Amerîkî berî ku di The Wall Street Journal de bixebite, li Moskowê jibo AFP’ê dixebitî û ew berê jî nûçegihanê The Moscow Times ya malpera nûçeyan ya bi Îngîlîzî bû.

Gershkovich bi Rûsî diaxfie. Dêûbavên wî li Amerîka dijîn, lê ew bi eslê xwe ji Yekîtîya Sovyetytê ya berê ne.

XS
SM
MD
LG