Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WSJ: Dibe ku Brunson di Rûniştina Meha Cotmehê de Were Berdan

.
.

Rojnameya Amerîkî, Wall Street Journal (WSJ) ji zarê karbidestên Amerîka û Tirkîyê ragihand ku dibe ku Qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson di rûniştina 12’ê Cotmehê de were berdan.

Karbidestekî Tirk ser berdana Brunson di meha Cotmehê de, got ku ‘’encameke çaverê ye’’

Li gor rojnameyê, karbidestên Tirk nîşanên berdana Brunson didin û ji Washington dixwazin ku zextên dijî Tirkîyê bi dawî bike.

WSJ dîyar dike ku Qesra Sipî biryar daye ku bo berdana Brunson zextên li ser Tirkîyê kêm bike.

Karbidestekî Amerîkî da zanîn ku ew niha di qonaxeke krîtîk de ne û naxwazin Tirkîyê di rewşeke zor de bihêlin.

‘’Berî rûniştina meha Cotmehê, stratejîya herî baş hinekî arambûn e. Çinku wan hay ji îradeya me heye êdî. Ger di meha Cotmehê de jî em li heman cîhî rawestin, emê zextên dijî Tirkan zêdetir bikin’’ karbidestê Amerîkî got.

Karbidestekî din yê Amerîkî dîyar kir ku ji hevdîtinên berê ti encam derneketine û bi bîr xist ku ‘’Erdogan jî bi guherîna biryaran navdar e’’ û bo ku ser berdanê pîrozbahîyên pêşwext pêk neyên, hişyarî da.

Parêzer Selman Ogut, ku nêzî rêvêbirîya Erdogan e, ji WSJ’ê re dîyar dike ku tawana dijî Brunson ne ser ‘’endamtîya rêxistinê ye’’ û dibe ku ew di meha Cotmehê de were berdan.

Brunson ji Cotmeha 2016’an vir ve li Tirkîyê girtî ye û jiber girtina wî girjîya di navbera Washington û Enqerê de gur bûye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG