Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Bang li Amerîka Dike ku Beşdarî Danûstandinên Reformkirina WTO Bike


Yekîtîya Ewrupa îro Sêşemê bang li Amerîka kir ku dest bi danûstandinên reformkirina Rêxistina Bazirganî ya Cîhanî (WTO) da ku ew rêxistin bi temamî hilneweşe.

Yekîtîya Ewrupa ragihand ku wê bi Çîn, Hîndistan û dewletên din li hev kiriye ku çareserî ji nerazîbûnên tund yên Amerîka re bibîne ku Serok Donald Trump berî demeke kin eşkere kiribû.

Berpirsa bazirganî ya Yekîtîya Ewrupa Cecilia Malmstrom got ku wan û Japonya hewil da danûstandinên sêqolî yên bi Amerîka re pêk bînin, lê ew serketî nebûn.

WTO ku 24 salî ye, bûye armanca rexneyan ku reformên girîng pêk bîne, piştî ku Trump destnîşankirina dadwerên nav dadgeha bazirganî asteng bike û gefa kişandina Amerîka ji wê rêxistinê kiribû.

Yekîtîya Ewrupa, jiber alozîyên aborî yên navbera Amerîka û Çînê ketiye rewşeke dijwar û li rêkan digere ku xwe hi wê rewşa çetin derxîne.

Malmstrom geşbînîya xwe dîyar kir ku Trump û serokê Çînê Xi Jinping di hilcivîna G20 ya li Arjantînê dikarin li hev werin û alozîya heyî nerm bikin da ku bandoreke erênî li ser bazirganîya cîhanî çêbe.

XS
SM
MD
LG