Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sala Nû li Wuhan, Çînê bi Girseyî Hat Pîroz Kirin


Hatina sala nû li Wuhan ya Hubei ya Çînê, ku wek cîhê vîrusa korona jê destpê kiriye tê zanîn, bi girseyî hat pîroz kirin.

Li Wuhanê, par di Çileyê de karantîneke berfireh hatibû ragihandin û wê heta Nîsanê dom kiribû.

Bi hezaran kesên Avahîya Gumrukê ya Hankovê kom bûbûn, di saet 00:00 de balonên di destên xwe de firandin esmên.

Hêzên ewlekarîyê di pîrozbahîyan de gel hişyar dikir ku maskên xwe ji ber rûyên xwe daneynin.

Hêjayî balkişandinê ye ku ew demek e li Wuhanê ti pêketina nû ya vîrusa korona nehatiye tomar kirin.

Çaverê ye ku tîmeke Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) bo lêkolînên ser dema destpêka vîrusa korona di rojên pêş de serdana Wuhanê bike.

XS
SM
MD
LG