Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Elon Musk Plan Dike ku di Platfoma "X" de Sernivîsan ji Lînkên Nûçeyan Derxîne


Logoyê nû yê platforma X (twîtera berê), li Paris 24ê Tîrmehê, 2023, di hesaba xwediyê platformê Elon Musk de hatbû danîn.
Logoyê nû yê platforma X (twîtera berê), li Paris 24ê Tîrmehê, 2023, di hesaba xwediyê platformê Elon Musk de hatbû danîn.

Xwedîyê platforma medya civakî "X" (berê Twitter) Elon Musk hewl dide guhertinê di şêwaza diyarkirina lînkên nûçeyan de bike, yên malpera "X" belav dibin.

Ev guhertin ji aliyê Musk bi xwe hatiye pijrandin wek gavek ji bo kêmkirina şiyana weşangerên nûçeyan di balkişandina xwendevanan de ji bo nûçeyan.

Musk di nîvîsa xwe ya roja Duşemê de got ku "X" plan dike ku sernav û nivîsê rake û bitenê wêneya sereke ji gotarê bihêle tevî lînka wê.

Govara Fortune a yekem bû ku ev nûçe belav kir û diyar kir ku ev gav yekser ji aliyê Musk ve hatiye avêtin.

Guman heye ku ev guhertin dibe ji ber ku Musk dixwaze ku bikarhêner li ser "X"ê bêtir wextê derbas bikin û bala wan bikişîne ser hûrguliyên babet û nûçeyan ku neçar bibin abonetiyê xwe ji belaş bilinditir bikin û wê bikirin.

Hîn bandora vê guherînê li ser xebata "X" nehatiye diyarkirin, lê Musk di Tîrmehê de gotibû ku jimara bikarhênerên wê gihiştiye 540 mîlyon kesî.

Heya niha lînkên nûçeyan di rêzika demê de ya bikarhêneran de wekî "kart" diyar dibin tevî wêneyekî, navnîşana çavkaniyê û sernvîseke kurtkirî ji nûçeyê re.

Ev yek dihêle ku bêtir bikarhêner wê lînkê bitikînin û balê bêtir dikşîne ku bi xwe tiştekî baş e ji weşangeran re.

Lê digel lînkên kurtkirî, dibe ku bikarhêner bi nivîsên xwe re hin hevokan binivîsin û di dawiyê de ew dikarin abonetiya xwe bikirin û wê bilindtir jî bikin ku wê demê destûr dide wan ku heya 25,000 tîpan di nivîsa xwe de bikarbînin.

Bi van guhertinan re, Musk platforma xwe X baştirîn platform ji bo afirînerên babetan destnîşan dike.

Nuh Aboneyên Premium (bi pere) dikarin vîdyoyên dirêjtir belav bikin, postên wan di astên bilindtir de têne nîşandan û di heman demê de jî beşek ji qezenca firotina reklamê digihêje wan.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG