Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xaça Sor Hişyarî Dide ku Biryara Dijî Husîyan Rewşa Yemenê Wê Xirabtir Bike


Xaça Sor ya Navnetewî îro Pêncşemê ragihand ku ew bi tirs e ku biryara Washingtonê ya xistina çekdarên Husî di lîsta terorê de karê xwe yê mirovahî li Yemenê asteng bike.

Berpiersê operasyonên Xaça Sor, Dominik Stillhart got ku bi vê biryara Amerîka ew dikarin di gîhandina alîkarîya bingehîn ya ji kesên nexweş û sivîlan de rûbirûyê dijwarîyan bibin.

“Em bang li dewletan dikin ku dema biryarên wiha didin, rewşa mirovahî li pêş çavan bigirin da ku ser mirovan nebin sedema bandorên neyênî,” Stillhart got.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo roja Yekşemê ragihandibû ku ewê tevgera Husî û sê rêberên wê têxin nava lîsta toleyan.

Li ber e biryara destnîşankirina Husîyan ya wek rêxistineke terorîst di 19'ê Rêbendanê de anku rojeke berî sondwarina serokî hilbijartî Joe Biden bibe fermî.

Berpirsê alîkarîya mirovahî ya Neteweyên Yekbûyî Mark Lowcock jî her îro Pêncşemê bang li Washingtonê kir ku ji biryara xwe ya dijî Husîyan vegere.

Lowcock hişyarî da ku ew biryar dikare rewşa mirovahîyê li Yemenê xirabtir bike û birçîbûnê li wî welatî gelek berfirehtir bike.

XS
SM
MD
LG