Rojnamêvanê Saudî Cemal Xaşiqçî yê 2î Cotmehê piştî ketina di konsulxaneya Erebîstanê Saudî de ya li Îstanbulê ev dû hefteye tu agahî jê nehatîye standin.
Wezîrê Derve ya Amerîka Mike Pompeo jibo nirxandina vê bûyerê hat Tirkîye.
Pompeo hem bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û hem jî bi Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu re cûda cûda hevdîtin pêk anî.
Serokê Saziya Îstîxbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) Hakan Fîdan û Berdevkê Serokomar Îbrahîm Kalin û Nûnerê Taybet yê Amerîka yê Sûrîye Jeff Jeffrey jî beşdar bûn.
Çavuşoglu piştî civînê daxuyanîyêke kurt da. Çavuşoglu got ku, “Hevdîtinek kurt bû. Lê ev hevdîtin baş derbaz bû. Pompeo peyamên Serok Trump da” wi got.
Her wiha, Karbidestên Tirk zêdetir li ser kuştîna rojnamêvan Xaşîqçî disekinin. Lê karbidestên Saudî ewan îdîayan red dikin.
Weke din karbidestên Tirk ser windabûna Xaşiqçî ji 15 ê Cotmehê li konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Îstanbulê lêkolîn û lêgerîn pêk anî. Karbidestên Tirk ji nûçegihanên bîyanî re axaftin û gotim şopên kuştina Xaşîqçî hatîne dîtin. Serokomar Erdogan ji got “Tîma lêgerîn pêk anî dibêjin dîwarên nû hatîn boyax kirin hene.”
Dîsa îro polîsên Tirk li mala Serkonsulê Saudî Muhammed el Ubeytî yê derbazî Erebîstana Saudî bûye lêgerîn pêk tînin.