Operasyonên li dijî sîyasetvanên Kurd yên li Tirkîyê berdewam in û îro jî 31 kes ji alîyê dadgehê ve hatine girtin. Di nav kesên girtî de parlamentera berê Fatma Kurtulan û Serokê Giştî yê berê yê Partîya Gel ya Demokratîk (DEHAP) Tuncer Bakirhan jî hene.
Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, sîyasetvanê Kurd Sedat Yurtdaş girtinên dawî û rewşa vê gavê ya pirsa Kurdî ya li Tirkîyê dinirxîne.
Birêz Yurtdaş dibêje, hikûmeta Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) bi giwaştin girtin û darizandinên wiha dixwaze çavê Kurdan bitirsîne û daxwazên wan bîne asta nizim.
Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka ‘Guhdarî kirin’a jorîn klîk bikin.