Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xalid Alî: Çavdêrên Ereb Nikarin Kêşeya Sûrîyê Çareser Bikin


Şanda çavdêrên Ereb li cihê teqîneka Şamê.
Şanda çavdêrên Ereb li cihê teqîneka Şamê.

Di demekê de ku tîmeka din ya çavdêrên Ereb roja Duşembî digehe Şamê, kuştin û alozî li Sûrîyê didomin.

Tîma yekem ya çavdêrên Ereb heftiya bihûrî çû Sûrîyê, lê belê tundûtûjî her berdewam bûn û roja Duşemê 20 kes hatin kuştin.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, çalakvanê siyasî Xalid Alî gumana xwe diyar kir ku çûna çavdêrên Ereb bo Sûrîyê bibe sedema kêmbûna aloziyan li wî welatî.

Birêz Xalid got, şanda çavdêrên Ereb “ne hêza wê, ne teknîka wê, ne jimara wê hemberî vê girfta mezin e ku bikare çareseriyekê jê re bike.”

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Xalid Alî re, lînka ‘Guhdarî kirin’ li aliyê rastê vê rûpelê kilik bike.

XS
SM
MD
LG