Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xameneyî Daxwaza "Kiryarê, Nek Axaftinê" ji Biden Dike


Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Alî Xameneyî
Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Alî Xameneyî

Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Alî Xamaneyî, Çarşemê di axaftineke televîzyonî de, ji Amerîka 'kiryar, ne axaftin' xwest û got, heke ew dixwaze (Biden) peymana navokî ya 2015'an ya Tehranê ya bi hêzên cîhanê re vejîne, divê bi kiryare be ne axaftin.

"Me gelek peyv û sozên xweş bihîstiye ku di pratîkê de nehatine bi cîh kirin û tevgerên berevajî hatine kirin. Gotin û soz ne baş in. Vê carê em ji alîyê din tenê kiryarê daxwaz dikin,” Xameneyî got.

Tehranê heya hefta li pêşiya me, djibo rêvebirîya Biden dem destnîşan kir da ku ew sizayên ji hêla serokê berê Donald Trump ve hatine ragihandin, rake.

Îran dibêje heke Amerîka van sizayan raneke ewê kontrolkirinên navendên navokî yên ji hêla pispor û sazîyên Neteweyên Yekbûyî (N.Y.) qedexe bike, ku ev gava herî mezin ya binpekirina peyamana navokî ye.

Serok Biden armanc dike ku peymana navokî ya bi Îranê jinûve zindî bike.

Biden dixwaze peymanê serrast bike, di berdêla rakirina toleyan divê bernameya xweya navokî bide sekinandin.

Îran şertên peymanê gav bi gav pûç kiribûn, piştî ku serokê berê Donald Trump di 2018'an de' bi biryareke yekalî ji wê peymanê Amerîka vekişand.

Lê, dema ku Tehran û Washington niha dibêjin ew dixwazin bibînin ku peyman jinûve zindî dibe, ew di nava nakokîyê de ne ka kî divê gava yekê bavêje.

Îran dibêje divê Amerîka pêşî toleyên Trump hilîne, lê, Washington jî dibêje pêwîste Tehran pêşî vegere ser pîvanên peymanê, ya ku piştî ragihandina toleyan wê dest bi binpêkirina xalên peymanê kir.

Îran di mehên dawî de, binpêkirinên xwe yên pîvanên peymanê zêde kir, û bi daxuyanîyeke ragihand ku ewê di 23'ê Sibatê de kontrolên ji hêla Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) bi dawî bike.

Ev kontrolên IAEA heya niha di çerçova peymana navokî ku wek 'Protokola Zêdekirî' tê zanîn, têne kirin.

Alîyên Ewrupî yên peymanê gotin ku dê qedexekirina kontrolên IAEA binpêkirinek mezin be.

Serokê Îranê Hesen Rûhanî îro Çarşemê dîyar kir ku bidawîkirina kontrolên IAEA ewê ne 'gavek girîng' be, jiber ku Îran dê hîn jî xalên bingehîn yên li gor di peymana bi navê Tedbîrên Parastinê ya bi IAEA re bi cîh bî ne.

"Emê bicîhanîna Protokola Zêdekirî di 23'yê Sibatê de bidawî bikin û ya ku dê were bicîh anîn ewê xalên bingehîn yên peymana Tedbîrên Parastinê be. Protokola Zêdetir gavek bilî ewlehîyê ye, “ Rûhanî got.

IAEA roja Sêşemê ragihand ku Berpirsê wê yê Giştî Rafael Grossi pêşnîyar kiriye ku serdana Tehran bike da ku 'jibo domadina kiryarên erêkirinê yên bingehîn yên sazîyê çareserîyeke hevpar ya lihevhatî' bibîne. Rûhanî got ku Îran dê serdanek bi vî rengî qebûl bike.

XS
SM
MD
LG