Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xamaneyî, Ser Operasyona Dijî Bakurê Sûrîyê Hişyarî Dide Erdogan


Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku rêberê olî yê Îranê Ayetulah Alî Xamaney li Tehranê Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ser operasyoneke gumankirî ya dijî Sûrîyê hişyar kiriye.

Reutersê ji zarê medya dewletê ya Îranê da zanîn ku Xamaney ji Erdogan re gotiye ku ewê operasyoneke leşkerî ya dijî Sûrîyê zararê bide îstiqrara herêmê.

Xamaney ji Erdogan re gotiye ku operasyon xêncî zarara dijî îstiqrara herêmê wê kêrî terorîstan were.

Berpirsên Enqerê, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, dijî ewlekarîya Tirkîyê wek gef dibînin û operasyoneke dijî bakurê Sûrîyê dixin rojevê.

Karbidestên Amerîkî dibêjin ku HSD di têkbirina Dewleta Îslamî (DAIŞ) de hevkareke girîng e û dijî operasyonê daxuyanîyan didin.

Tirkîye ji sala 2016'an vir ve li bakurê Sûrîyê çar operasyonek li dar xistine û ew dixwaze li wir herêmên xwe yên ewle zêdetir bike.

XS
SM
MD
LG