Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xameneyî, Amerîka bi 'Serhişkî' Û Rawistandina Diyalogê Tawanbar Dike


Rêberê Olî yê Îranê Ayatollah Ali Khamenei dema di telvizyonê de di axive, li Tehran
Rêberê Olî yê Îranê Ayatollah Ali Khamenei dema di telvizyonê de di axive, li Tehran

Rêberê ruhanî yê Îranê, Alî xamenyî roja Çarşemê Amerîka bi ‘Serhişkî’, bi nav kir û ew derbarê rawestandina diyaloga bernama navokî li Viyenna tawanbar kir jiber ku Amerîka di danûstandinan de pirsa bernama mûşekên Îranê û herêmê dipirse.

Ev tê wateyê ku astengî hene di rêya vejiyandina peymana navokî ya hilweşiyayî de li gel hêzên navnetewî.

Ev daxuyaniyên Rêberê olî yê Îranê Alî Xameneyî di wî çaxî de tên, dema ku amadekarî hene ku mihafzkarê nêzîkî wî, serokê hilbijartî Îbrahîm Raisî sonda yasaî di hefteya dahatî de bixwe û bibe serokê hikûmeta medenî li welat.

Lê Raîsî gotbû ku ewê vegere danûstandinên diyaloga bernama navokî li Viyenna, lê Xameneyî di van daxuyaniyan de diyare dixwaze rêbazeke tundtir yê dojminkarî bikar bîne.

Weha tê xuyakirin ku hikûmeta Hesen Ruhanî serokê Îranê yê dema desthilata wî bidawî hatî ku 8 salan li ser desthilatê bû bi xeşîmî bi nav dikin, jiber nêzîkbûna wî ya peymana 2015ê, ev di demekî de pêkhat, ku berpirsên hikûmetê li hemberî wî di amade bûn.

Xameneyî di daxuyaniyên ku di televizyona hikûmetê de hatin weşandin got "Bi rêya vê rêveberiyê ji bo me diyar bû ku bawerî anîn bi rojava sernakeve." Herwiha wî got "Ew alîkariya me nakin, kengî ew bikarin, ewê li me bixin."

Wezareta Derve ya Amerîka derbarê daxwaza derhal ya bersivdana daxuyaniyan tiştek negot.

Rêveberiya Biden çend roj berê Îran rexne kir ji ber ku got Amerika peymanek muhtemel ya lihevguhertina girtiyan paş xist, û ew bi "hewildanek berbiçav ji bo dûrxistina tawanbariya tengasiya heyî," wesif kir.

Roja Duşema borî, peyvdara wezareta dere ya Fransa Agnes Von Der Muhll gotbû rojnamevanan"Giringe Îran bilez vegereser maseya diyalogê."

Di daxuyaniyên roja Çarşemê de, Xameneyî danûstankarên Amerîkîka weha wesif kirin ku soza devkî ya rakirina sizayan dabû, lê wî paşî got, her vegeryanek bo peymana navokî divê "hevokek hebe" derbarê danûstandinên li ser meselên din.

Rêberê olî got, "Ew hevok jî behaneyeke da ku li paşerojê bikare zêdetir destxistina nav karan bike di palan karî ya giştî û hevbeş ya pirsên cûda de, di nav de bernama mûşekan û herêmê."

Herwiha got, "Eger we şûnda gotbayê na, em van pirsan gotûbêj nakîn, jiber weke mînak, siyaseta dewletê yan ya parlemenê wê rê nade, wî çaxî (Amerîklî) da bêje çake, peyman bidawî bû, ji niha û wê de ti rêkeftinek nîne."

Dema Xamenyî axiftin dikir, Ruhanî li kêleka wî bû di dema civîna li gel cîgirê xwe yê yekê, di heman demê de berpirsên hikûmetê li hember Serokê olî û rêberê ruhanî di amadebûn li ser ciyên ji hevdûr jiber mercên rênimayên vîrusa korona di rûniştî bûn.

Her hemîyan maskên xweparastinê li ber devî bûn, zehmet bû hesta wan li hember daxuyaniyên Xamenyî bihên dîtin dema rexeneya têkiliyên bi rojava re dikir, wî pesina tenê ya"hindek" dîplomasiyên welat da, li hember wezîrê derve yê Îranê Mohamed Cevad Zerîf.

XS
SM
MD
LG