Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xameneyî Dibêje ku Bawerî bi Welatên Rojavayî Nabe


Rêberê ruhanî yê Îranê Ayetulah Alî Xameneyî got ku divê ew sîsteman xwe ya berevanîyê xurtir bike.

“Divê em Îranê bigehînin astekê ku dijminên me fem bikin ew nema dikarin gefan li welatê me bikin. Tevî toleyên Amerîkî, Îran wê bikaribe têra xwe bike,” Xameneyî di axaftina xwe ya televîzyonî de got.

Xameneyî ku wek kesekî tundrê tê dîtin, got ku îmzakarên peymana navokî nekarîn berjewendîyên aborî yên Îranê biparêzin.

“Wan tim ji pişt em xençer kirin. Welatên Rojavayî îsbat kir ku bawerî bi wan nabe,” Xameneyî got.

Serokê Amerîka Donald Trump biryar dabû ku Amerîka ji peymana navokî ya 2015’an bikşîne û jinûve toleyan li ser wî welatî deyne.

XS
SM
MD
LG