Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Xameneyî Êrîşên Amerîkî li Îraqê bi Tundî Şermezar Dike


Rêberê ruhanî yê Îranê Ayetullah Alî Xameneyî îro Çarşemê êrîşên Amerîkî yên ser çekdarên hevbendên Îranê yên li Îraqê bi xurtî şermezar kir û jiber tundîya li Îraqê Washington tawanbar kir.

“Hikûmeta Îranê, gel û ez wan êrîşan bi tundî şermezar dikin,” Reutersê ji zarê televîzyona dewleta Îranê ragihand.

Xameneyî di peyama ser Twitterê de jî bersîva Serokê Amerîka Donald Trump da û got ku ew ji kesekî natirsin.

“Ew zilam (Trump) careke din Îran jibo êrîşan sûcdar kir. Tu nikarî tiştekî bikî. Ger tu mirovekî maqûl bûya, tuyê bidîta ku tawanên te yên li Îraqê û li cîhên dilê gelek dewletan ji we reş kiriye.”

Xameneyî bi berdewamî got ku ewê hember ti êrîşan bê deng nemînin.

“Ger Îran biryar bide ku hember welatekî bisekine, emê bi eşkereyî vê yekê bikin ... Ku ti kes gefan li welatê me bike, emê bê dudilî şerê wan bikin,” Xemeneyî got.

Firokên Amerîkî, wek bersîvdana kuştina karmendekî Amerîkî li bingeheke leşkerî ya Îraqê, dijî hêza Ketayîb Hîzbulah êrîşên esmanî pêk anîbûn û herî kêm 25 kes kuştibûn û 55 kesên din jî birîndar kiribûn.

Serok Trump Îran sûcdar kiribû ku êrîşên ser balyozxaneya Amerîkî ya li Bexdayê bi rêve dibe û hişyarî dabû wê ku Tehranê hesabê kiryar û êrîşên dijî Amerîkîyan bide.

XS
SM
MD
LG