Rêberê ruhanî yê Îranî Ayetullah Alî Xameneyî îro Sêşemê got ku Tehran şerekî bi Washingtonê re naxwaze, tevî ku girjî û alozîyên navbera dualîyan didome.
Xameneyî di axaftina xwe ya di televîzyona dewletê de got ku ewê ligel Amerîka careke din ser rêketineke nû ya derbarê programa xwe ya navokî bazarê nekin.
“Wê ti şer çênebin jiber ku me rêka berxwedana bijartiye. Em li şerekî nagerin û ew jî bi heman awayî, şerê ku ne di berjewendîya wan de ye, naxwazin.”
Serokê Amerîka Donald Trump di Gulana 2018’an de Washington ji peymanê vekişandibû û di Mijdara 2018’an de toleyên dijî Tehranê jinûve destpê kiribûn.
Trump do Duşemê hişyarî dabû Îranê ku hember wan gaveke şaş nevêje da ku rûbirûyê encamên wêranker nebe.