Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xameneyî Dibêje ku Îranî Hember Korona Fêdakarîyeke Xurt Dikin


Rêberê olî yê Îranê Ayetollah Alî Xameneyî, di axaftina televîzyona ya jibo Newrozê de, jibo fedekarîyên wan yên dijî vîrusa korona de, pesna Îranîyan da.

Xameneyî got ku ev fedekarî ji hêla komên bijîşkî, doktoran, perestîyar (hemşîre/sîstir), asîstan, rêvebir û karmendên ku li nexweşxaneyan dixebitin hatine kirin."

Xameneyî ku karbidestê herî bilind yê Îranî ye, bi berdewamî got ku ev sal di bin toleyên Amerîkî de saleke gelek dijwar bû û herwiha lehî û vîrusa korona ku zêdetirî 1400 mirov kuştin û nêzîkî 20000 kes nexweş kirin, rewşa welêt hîn xirabtir kir.

"Sala borî jibo netewa Îranê saleke dijwar bû. Ev salek bû ku bi lehîyan destpê kir û bi vîrusa koronayê bi dawî bû, lê em bi yekîtîyê dê ji hemû tengahîyan derbaz bibin."

Ajansa Reutersê bal kişand ku tevî gotinan ku Xameneyî tûşî vîrusa korona bûye, wî bijûn û saxlem xuya dikir.

Di peyameke cuda de, Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî jî got ku Îranîyan jibo wêrekîya wan ya di şerê dijî nexweşîya korona de, pesna bijîşk û perestîyaran daye.

Hêjayî balkişandinê ye ku tevî Sersala Nû, Newrozê bi mîlyonan Îranî jiber korona niha li nav malên girtî mane.

Lê, polîs dibêjin ku gelek kes dijî hişyarîyên karbidestên tendirustîyê ku dernekevin kolanan û cîhên qerebalix, gelek kes diçin Deryaya Hazar (Qezwîn) ku jibo pîrozkirina Newrozê cîhê herî bi nav û deng e.

XS
SM
MD
LG