Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Biryara Amerîka ya Xistina Nobedarên Şoreşê ya Nav Lîsta Terorê Gaveke Qirêj E


Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Alî Xameneyî got ku biryara Amerîka ya xistina Nobedarên Şoreşê di nav lîsta terorê de gaveke qirêj e.

Wî got ku Tehran wê hember hêzên Amerîkî li herêmê gavên pêdivî bavêje.

“Ew dixwazin dijî hêza me ya Nobedarên Şoreşê, ku li dijî dijminên me di enîya pêşîn de welatê me diparêzin, plananan deynin... lê Amerîka heta niha nekarîye pêçveçûna me asteng bikira,” Xameneyî got,

Nobedarên Şoreşê di bin fermana Xameneyî dixebite û nêzî 125,000 endamên wê hene. Hêza paramîlîter Basîc ku ji dilxwazan pêk tê, Hêza Quds ku li dervayê Îranê şer dike û programa muşekan ya Îranê jî girêdayî Nobedarên Şoreşê kar dikin.

Îranê herwiha wek bersîvdana biryara Amerîka, Fermandarîya Navendî ya Leşkerîya Amerîkî (CENTCOM) wek terorîst bi nav kir û îdia kir ku hikûmeta Amerîkî piştevana terorîzmê dike.

XS
SM
MD
LG