Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abe: Xameneyî dibêje Îran Çekê Navokî Ne Çêdike Û Ne Bikartîne


Hassan Rouhani, Shinzo Abe û Ali Khamenei
Hassan Rouhani, Shinzo Abe û Ali Khamenei

Serokwezîrê Japonya Shinzo Abe, ji zarê Ayetullah Alî Xameneyî rêberê ruhanî yê Îranê ragihand û got "Îran çekê Navokî ne şê dike û ne bikartîne".

Ev axiftina Xameneyî tekez kirine li ser helwesta Îranê, ev di wê demê de ye ku، herêm rastî aloziyek zêde hatîye jiber gefên Amerîka û Îranê, piştî ku salekê ji biryara Amerîka ya derketina ji peymana cîhanî ya bi bernamê navokî yê Îranê re û zêde kirina sizayên aborî li dij Îranê ji aliyê Amerîka de.

Abe piştî civîna bi Xamaneyî re, preskonferansek li Tehran li dar xist û got" Ayetullah Alî Xamaneyî rêberê ruhanî yê Îranê gotiye, welatê wan ne xwedî çekê navokîye û ne çêdike û divê nebe û niyeteke wan ya weha jî ti neye".

Abe ku yekemîn serokwezîrên Japonya ye dîdaran li gel Xameneyî encam dide got "îro ez bi Ayetullah Alî Xameneyî rêberê ruhanî yê Îranê re civîyam û min gohdarîya wî kir, wî derbirîn ji bawerîya xwe ya bi aştiyê re anî ziman, ku ev yek bi rastî weke pêşketineke mezine bo aştewarî û tenahiya li herêmê".

Doh Çarşemê piştî civîn li Tehran li gel serokê Îranê Hesen Ruhanî encam dabû, Abe hişyarî dabû ku pevçûnên ne çaverê kirî divê li herêma rojhilata navîn pêk neyên.

Ji hejî bîrxistinê ye ku serok hikûmetê Japon Shinzo Abe ev du roj in li Îranê ye bo navbeykarîyê da ku girjîya di navbera Amerîka û Îranê de li herêmê kêm bike.

XS
SM
MD
LG