Rêberê ruhanî yê Îranê, Ayetullah Alî Xameneyî, îro Pêncşemê ragihand ku ewê karîna navokî ya aştiyane bo parastina serxwebûna xwe zêdetir pêş bixin.
Xameneyî ev daxuyanîya di demekê de da ku danûstandinên jibo vejandina peymana navokî ya 2015'an ya ligel hêzên cîhanê li Vîyenayê hîn jî bê encamên zelal berdewam dikin.
"Emê zû yan dereng pêwîstê enerjîya atomî ya aştiyane bin. Ger em li pey vê yekê nebin, serxwebûna me wê zîyanê bibîne," Xameneyî got.
Danûstandinên nerasterast navbera Îran û Amerîka yên li Vîyanayê ji Nîsana 2020'an vir ve, di nava fîkarên ser pêşketinên navokî yên Tehranê de didomin.
Welatên Rojavayî xebatên Îranê yên navokî mîna qonaxeke bêveger dibînin, heke ku di demeke nêzîk de peymanek pêk neyê.
Xameneyî herwiha bal kişand ser toleyên ku serokê Amerîka yê berê Donald Trump ragihandibû û ew hîn jî bi bandor in .
"Hewildanên dîplomatîk yên birayên me yên şoreşger bo rakirina toleyan jî baş in, lê karê serekî bêbandor kirina toleyan e ," Xameneyî eşkere kir.
Îran wek bersîva toleyên Amerîkayê ji 2019'an vir ve, gav bi gav pîvanên peymana kevn binpê kirirye: jinûve avakirina stokên uranyuma dewlemendkirî, rafînekirina wê ya bi rêjeya bilindtir û sazkirina santrîfujên pêşkeftî bo bilezkirina hilberînê.
Peymana navokî dewlemendkirina uranyumê ya Îranê sînordar dikir da ku çêkirina materyalên bo çekên navokî dijwartir be, di berdêla rakirina toleyên navnetewî de.
Xameneyî anî zimên ku her çiqas îdîayên "dijminên" Komara Îslamî hebin jî Îran ti carî li dû çekên navokî negerîyaye.