Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xameneyî Soza Xurtkirina Bernameya Navokî ya Sîvîl Dide


Rêberê ruhanî yê Îranê Ayetullah Alî Xameneyî
Rêberê ruhanî yê Îranê Ayetullah Alî Xameneyî

Rêberê ruhanî yê Îranê Ayetullah Alî Xameneyî, doh Pêncşemê soz da ku welatê wî dê hewlên pêşxistina bernameya navokî ya sivîl bihêz bike.

Xameneyî ev daxuyanîya di demekê de da ku welatên zilhêzên cîhanê danûstandinên li Viyana berdewam dikin ji bo vejandina rêkeftina navokî bi Tehranê re.

Di gotarek televizyonî de, Ayetullah Alî Xameneyî tekezî li ser giringiya hêza navokî jibo Îranê kir, di heman demê de careke din piştrast kir ku welatê wê niyaza dirustkirina çekên navokî nîne.

Daxuyanîya Xameneyî arasteyî wan welatan bû ku beşdarin di danûstandinên Viyana de.

Li gora peymana navokî ya Serokê berê yê Amerîka Donald Trump berî 4 salan dev jê berdayî, cezayên Îranê hatin sivik kirin li hember danana astengan li pêş bernameya Tehranê ya atomê.

XS
SM
MD
LG