Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xameneyî: Heta ku Amerîka Reftarên Dijminane Bidomîne, Hêrsa Me Dê Hebe


Rêberê ruhanî yê Îranê Ayatullah Alî Xameneyî îro Înê got ku Îranî wê slogana “Mirin ji Amerîka re” biqîrin, heta ku Washington polîtîkayên dijminane li hember wan bidomîne.

Xameneyî di merasîmeke pîrozkirina 40 salîya şoreşa îslamî de got ku armanca hêrsa wan ne gelê Amerîka, lê Serokê Amerîka Donald Trump e.

“Wateya ‘Mirin ji Amerîka re’ mirin ji Trump re, ji John Bolton re û ji Pompeo re ye. Wateya wê mirin ji desthilatdarên Amerîkî re ye,” Xameneyî got.

Trump, welatê xwe ji peymana navokî ya 2015’an vekişîbû û bo zarardana aborîya Îranê toleyên ser wî welatî jinûve zindî kiribû.

Alîyên Ewrupî yên wê peymanê hewil didin ku wê rêketinê bifilitînin, lê Xameneyî got ku bawerî bi wan nabe.

“Ez pêşnîyar dikim ku ti kes bawerîya xwe bi Ewrupîyan neyîne, Xameneyî got.

Yekîtîya Ewrupa, derheqa programa navokî ya Îranê rexne li wî welatî digire, lê di heman demê de pêgirîya xwe ji paymana navokî re dîyar dike.

XS
SM
MD
LG